Mihacirên Rewanê, ew kesanin ku ji aliyê Ermeniyan ve ji Rewana bav û kalên xwe qetiyane, hatine qetandin û revîne hatine nava birayên xwe yên Kurd ên li Mûş û Erziromê. Lê, birayên wan ên li van deran jî ji ber ku ji Rewanê hatine ew gelekî dereng qebûl kirine.
Eşîra Redkan a ku di serê salên 1900î de ji Rewanê tê Qers, Îdir û Agiriyê, eşîreke mezin e. Gelek ji wan jî ji van bajaran koçî 50 gundên Mûşê û Erziromê. Ji ber ku li li Agirî, Qers û Îdirê li 250 gundî bi cih dibin, ew herêman wan zû qebûl dikin. Lê Mûş û Erzirom, ne wusa.
Dema ku Redkî diçine Mûşê û Erziromê, dema ku gazî hevudu dikin, dibêjin "Oroo". Ji ber ku li van herêman peyva oro nayê bikaranîn, Mûşî û Erziromî ji wan re dibêjin "Oroyî". Wusa navê wan dibe "Oroyî". Navê oroyî, qaşo ji qirfê xwe dikin.
Her wusa ji wan re dibêjin "Rewanî", "Mihacirên Rewanê" û "Fillê Rewanê".
Lê nizanibû ku heger Redka, Fille bûna Filleyan ew ji axa bav û kalên wan nediqetandin.
Bi salan, eşîra Redkan zext û zoran dibîne. Di dawiya dawiyê de Redkan xwe wek Bekiran didine naskirinê (bi zanatî yan nezanî). Çima Bekiran? Çimkî di berekeke eşîra Redka heye, navê wê Bekira ye û te eleqeya wê bi eşîra Bekiran re tune. Lê, ji ber ku nav heman nav e, dibe ku xwe veşartina di nava wan de hêsantir dibînin.
Eşîra Redkan, Mihacirên Rewanê, Rewanî yan Oroyî, li gundên Kopê û gundên Qereçobanê dijîn. Lê mixabim ku kêm kes xwe wek Redkî dide naskirinê.
Ez jî mirovekî esil Rewanî, niha Mûşî, Kopî, ez dê hewl bidim ku Oroyîyan bi we bidime naskirinê.
Vê gavê bi xatirê we.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder