Piştî ku eşîra Redkan ji Rewanê ji ber zilma filleyan cih û warê bav û kalê diterikîne û tê li Qers, îdir, Agirî û Erdêxanê bicih dibe, çend sal piştî wê serhildana Agiriyê diqewime, ji ber ku gundên Redkan jî li dev û dora çiyayê Agiriyê bûne, piraniya gundan ji Kurdan re (ji Azeriyan re na) dibe herêma qedexe.
Wî çaxî eşîra Redkan diçe aliyê Mûş û Erziromê, eşîra Birûka jî diçe aliyê (berê beşeke wan çûbû) Wanê.
Dema ku beşeke eşîra Redkan tê Kopê, mezinekî herêmê tê û dibêje:
"Madem ku hûnê konê xwe li vir daynin, hûn dê perê pî danînê (ayak basti) bidin."
Mezinekî Redkiyan dertê pêşîyê û dibêje:
"Ji çiyayê Grîdaxê heta vira, me çil ciyan kon danî. Heger em merivên xeraç dayînê bûna, niha heta vira, ji te re kîrê kurê min mabû."
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder