Bi qasî 30, 35 sal berê, li navçeya Kopê cîranekî me hebû. Navê wî apê Eledîn bû. Ew ji aliyê Wanê hatibûn Kopê. Wan re digotin Giravî.
Eşîr yan berekeke biçûk bû, lê apê Eledîn herkes ji xwe re xizm (eqreba) hesab dikir. Rojekê bavê min, apê Eledîn û ez ve, em li ber devê çayxaneyekê rûniştibûn, şer di navbera du eşîran de derket. Yekê zora ya din bir, min dît apê Eledîn got:
"Ew ên ku lêdan, ew digêjine me. Em xizmên hev in."
Bavê min got:
"Eledîn bira, ez dêna xwe didimê kî lêdixe, ew digêje we. Heyran bira rojekê jî yên ku lêdanê dixwin bigêjine we."
Êdî bû tîrqe tîrqa miletê devdorê, hemû keniyan.
Îro gelek eşîr bûne apê Eledîn, dîroka kî hinekî hebe, hinekî jî zêde bin, herkes li wan xwedî derdikeve. Yên ku zemanekî me re digotin oroyî, îro li me xwedî derdikevin. Heta ku çûne dengbêjê me yê bi nav û deng, apê Reso jî hildane ser eşîra xwe. Ev derewa kirine pirtûkan jî.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder