1 Ocak 2022 Cumartesi

Eşîra Celalî li Mûşê

Wekî tê zanîn Celalî jî wek Redkî, Kurdkî, Dilxêrî  Birûkî û Banokîyan li Mûşê wek mihacir têne naskirin. Emê di vê nivîsê da hewl bidin ku Celalîyên li Mûşê bavik bi bavik, malbat bi malbat bidin nasîn:

Li deşta Mûşê Parsingîya hene, ji Xoytê ji Koswarê (Li Bilîsê ye) hatine. Tê gotin ku ew jî Celalî ne. Mala Seferîyê Îso, Mala Mecîdê Îso mal mezinê wan in. Ew jî di nava xwe da çend bav in: Mala Teter, Mala Sersem, Mala Suwar, Godişkîya û Mala Lewend. Her wekî din di nava wan da Cemalîya jî hene.

Li alîyê Kopê li Leter li wir Celalî hene, bavikê Qotî ne. Di nava wan da Mala Ûnis (Ûnizya), Palanya û Mala Xeloya hene. Ûnizya jî sê bav in: Mala Şemo, Mala Hesen û Mala Beko. Ji xeynî Qotîyan şêxên Hesesorîyan jî hene.

Li bajarokê Lîzê jî Misêrkî hene. Ji Misêrkîya Mala Hecî Sebrîyê Xezalê hene. Ji xeynî Misêrkîyan Qendikî hene ji wan ra Mala Kerîm dibêjin. Ji xeynî Misêrkî û Qendîyan, Pîlekî jî li vir hene ku hin kes dibêjin Ademî ne, hin jî dibêjin Celalî ne.

Li bajarokê Mexdî yê (Yaygin) Mala Hesenê Tahir (Mala Hesenê Meymo), Misêrkî ne.

Li bajarokê Rustemgêdûk Qotî hene, ji wan ra Mala Cemal dibêjin.

Hemzeşêx heye, gundê Redkîyan e lê maleke Celalî jî hebû, bavikê Gêloyî bû ji gund derket (Mala Hecî Ûsiv).

Dîsa gundekî Redkîyan yê din heye bi navê Şêrvanşêx, di wir da jî maleke Celalî heye. Mala Elîyê Celalî jê ra digotin, ew ji bavikê Sakî bûn, pismamê Mala Xidir Axa ne.

Dîsa Xoşgelî li Kopê gundekî Redkîyan e lê wir maleke Celalîyan bavikê Keskoyî, Mala Mihemedê Îsmo heye.

Li Milazgirê Yekmal heye. Li wir bavikê Hesesorî hene, ji wan ra Sakreşî dibêjin. Sakreşî jî sê bav in: Mala Mihê, Mala Elî û Mala Hisê.

Li kêlaka Yekmalê gundekî Redkîyan heye bi navê Qereaxil. Çend malê Hesesorî li wir hene.

Di Dêrikê da Mala Silo heye, Mala Işkerenê jî dibêjin. Tê gotin Işkerenê û Sakreşî zarokên Hamê ne, Hamê kurê Memûd e. Memûd ra Mala Şêx Memûdê Pêgilê dibêjin.

Li gundê Toraqa jî maleke Celalîyan heye, ji Bazîdê gundê Girberan hatine. Ew jî Keçelî ne, ji wan ra Mala Temoyê Keçel dibêjin.

Li gundê Mellebaqî da Mala Evdo, Mala Hecî Ahmed hene, ew jî Celalî, bavikê Qotî ne.

Qereqaya, Mezre, Teterqazî, Eynexoce û Oxizan (malek) da Sorî hene. Ew jî Mala Heso, Mala Melle û Mala Biro ne.

Hin kes dibêjin Banokî jî Celalî ne. Lê ev ne raste. Banokî jî wek Birûkîyan, Memanî ne. Lewma me gundên Banokîyan nekirine tev vê nivîsê. Li Cizîra Botan, Mem Alanî ra gotine Memanî, nav ji wir tê. Memanî bir dibin, beşek diçe Qerejdaxê, ji wir ra jî diçine alîyê Rewanê, ba Redkîyan. Yên bir bûyî ra Birûkî gotine. Di nava Banokîyan da Mala Sofîyê Sêçirik, demekê di nava Celalîyan da dimîne, wusa gotine em Celalî ne. Lê rastîyê da Banokî, Celalî nîn in.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder