Li deşta Mûşê eşîra Şêgoyî heye. Bidirî jî bavikekî vê eşîrê ye. Dibêjin ew bi rastî nevîyê Eyûbîyan in. Apê Selahadînê Eyûbî, Şêrko. Kurê Şêrko Necmedîn bavê eşîra Şêgoyî ye.
Wexta ku desthilatdarîya Eyûbîyan xelas dibe, wan sirgûnî Bexdayê, Beyrûdê wan deran dikin. Ew bi sedan salan li wan herêman dimînin. Zimanê erebî hîn dibin, lê erebîyeke nîv kurdî, nîv erebî diaxivin. Paşê diçine herêma Besreyê, li wê derê ereb berdidinê, dibêjin "ev cîhê we nîne". Koç dikin têne Mûşê herêma Sasonê.
Di nava wan da Hecî Salih heye, merivekî gelekî qence, gelekî baş e. Hecî Salih rojekê dibêje Şêgoyîyan:
"Ez tiştekî ji we ra bêjim; em kurd in, em ereb in, em tirk in, em çi ne?"
Gotine:
"Hey mala te nekeve tu nizanî em ereb in."
Gotîye:
"Ka heger em ereb bin, em ji zebaş ra çi dibêjin?"
Gotine:
"Debeş."
Gotîye:
"Xwedê mala we xera neke. Ka herin ferhengan bînin erebî binêrin, tirkî binêrin, farisî binêrin, ka kî dibêje debeş? Zebeş a kurdî ye, we z kirîye d."
Hecî Salih dide ser dibêje:
"Ez çûme Bêrûtê, li cem min komek hebû. Polès got di nava we da kî erebî dizane? Min jî got ez dizanim. Min hew dizanibû em erebî diaxivin. Polês tiştek ji min pirsî, min got. Yek di nava çavên min da dayê, got 'bicehime kurd kurê kurdan'. Wî yeka wusa da min, ez sê caran dora hev zivirîm. Ez wusa zivirîm hatim. Em ereb mereb nîn in, ew zimanê me yê ku hûn dibêjin erebî ye, ne ereb, ne tirk ne jî faris fam nakin."
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder