Ev nêzîkî sed salan e ku eşîra Redkan ji ber zilma Filleyan ji Rewanê qetiyane û hatine aliyê Mûş û Erziromê (ez qala yên çûne bajarên din nakim. Çimkî ji ber pirbûna wan, zilm li wan nehate kirinê).
Ev sed sale ku Kurdên xwecih ên van herdu bajaran, em qebûl nekirin. Nav û nûçik li birayên xwe yên Kurd kirin; Fillê Rewanê, Oroyî û hewl. Her tim xwestin ku em vegerin, herine cihekî dinê. Gelek caran bi şeran ve xwestin me ji van deran bişînin (Lê heman zilm li Tirk û Terekemeyan nekirin. Ew li ber çavên wan şêrîn bûn). Bi me nekiribûn, nikrabûn me ji van deran bişînin, çûn fesadiya me li cem partiya karkeran kirin û kurê mezinekî me dane kuştinê. Paşê partiya karkeran hînbû ku derew kirine, ne eşîr ne jî malbat ne eşîreke bê xîret e, lêborîn xwestin û ew kurê mezinê me şehîd ragihandin. Dilê me bi wan nema, lê dilê me li fesadan ma. Mezina gotiye "ax canê çûyî".
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder